Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê, ku ji 27’ê Îlonê vir ve didomin, daxuyanîyeke nivîskî belav kir.
Biden dîyar kir ku bi ‘’têkçûna agirbesta li herêmê dê alozîyeke mirovî çêbe’’ û da zanîn ku divê Serok Donald Trump bi awayekî rastexwe bi karbidestên Azerbaycan, Tirkîye û Ermenistanê re danûstandinê bike.
‘’Piştî pevçûnên ew mehek e didomin, dem hatiye û derbaz dibe ku Serokê Amerîka Donald Trump bo daxistina tansîyonê û bo astengkirina leşkerên Azerî yên ber bi Nagorno – Qarabaxê ve diçin, bi rêberên Ermenistan, Azerbaycan û Tirkîyê re bi awayekî rastexwe hevdîtinê bike.’’ Biden got.
Wî da zanîn ku Trump li mîtîngan ser çêkirina lihevkirinan pesna xwe dide û got ku wî bo bidawîkirina şerê her du alîyan bi xwe hîn ti kar nekiriye.
Joe Biden dîyar kir ku divê rêvebirîya Trump bang li Rûsya û Tirkîyê bike ku ew bo dayîna çekan û bi taybetî Tirkîye jî bi şandina leşkerên bi pere, pevçûnên li herêmê gur nekin.
Biden Bang li Trump Dike ku bo Rawestandina Pevçûnên li Nagorno - Qarabaxê bi Rêberên Ermenistan û Azerbaycanê re Hevdîtinê Bike
![](https://gdb.voanews.com/0d53ae9b-4907-4358-be63-e1d8847f7311_cx0_cy1_cw0_w250_r1_s.jpg)