Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew Doza Împîçkirina Trump Naşopîne


Serok Joe Biden dîyar kir ku ew li şûna temaşekirina doza împîçkirina Serokê berê Donald Trump, bala xwe dide ser têkoşîna dijî vîrusa korona.

Biden li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê doza împîçkirina Trump, da zanîn ku ew dozê temaşe neke.

‘’450 hezar însanên me canên xwe ji dest dan. Ger bi lezgînî û bi îstiqrar tevnegerin dibe ku pirtir kes canên xwe ji dest bidin. Gelek zarok bi şev birçî dikevin nav nivînan. Gelek malbat nikarin têr xwarinê bixwin. Serê wan di belayê de ye. Karê min ew e’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku karê Civata Senatoran jî heye û da zanîn ku ew bawer dike ku ewê karekî baş çêkin.

Serok Biden dîyar kir ku ewê ser doza împîçkirinê zêdetir neaxife.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî roja Sêşemê gotibû ku ewê ser doza împîçkirinê fikrên xwe eşkere neke û dabû zanîn ku ew dozê temaşe nake.

Qesira Sipî, ji dûrî rojeva ser împîçkirinê, Biden wek serokekî bo kêşeyên Amerîkîyan dixebite derdixe pêş.

Biden vê hefteyê serdana Wezareta Berevanî û Enstîtuyên Saxlemî yê Neteweyî dike.

Çaverê ye ku Serok Biden di hefteya pêş de roja Sêşemê li Milwaukee ya Wisconsinê beşdarî civata gel bibe.

Li gor CNN’ê, ku dê civatê bi awayekî zindî biweşîne, li ber e ku Biden pirsên ser vîrusa korona û aborîyê bibersivîne.

XS
SM
MD
LG