Dengderên Amerîkî di 3'yê Mijdarê de diherin ser sindoqan ku serokê 45'an hilbijêrin.
Îsal, jiber hebûna korona bi mîlyonan kes bi rêka postayê yan jî bi awayê pêşdemî dengên xwe dane.
Lê, hîn jî bi mîlyonan kes mane ku hîn biryar nedane ku piştgirîya kîjan namzetî bikin.
Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden di dîbeyta dawî de hewil dan dengên wan hilbijêrên bêbiryar wergirin.
Di dîbeyta dawî de, ku bi moderatorîya rojnamevana kanala NBC Kristen Welker hate rêvebirin, pêşî mijara pandemîya korona hate nirxandin.
Wek bersîva pirsa derbarê korona ku heta niha pirtir ji 222,000 Amerîkî kuştine, Trump got ku wan ekonomîya herî mezin ya cîhanê daxistiye ku bikaribin şerê vê ''nexweşîya malwêran'' ku ji Çînê derketiye, bikin.
"Ev pandemîyeke li seranserê cîhanê ye, lê me karî ku rêjeya mirinên ji koronayê bînin xwarê. Hikûmeta federalî aborîya welêt danexist, lê her eyalet bi xwe biryara sînorkirinên girêdayî korona dan.”
Trump îdia kir ku berî ku ev sal bi dawî bibe, îhtîmaleke mezin e ku vaksîna korona dê were dîtin.
Serok Trump herwiha qala serpêhatîya xwe kir ku çawa bi vîrusa korona ketiye û got ku ew gelek tişt ji wê serborîyê hîn bûne.
Biden bi tundî gotinên Trump yên derheqa bersîvdana korona rexne kirin û got ku hember bersîvdana krîza korona, planeke Trump tuneye.
"Kesê ku ji ev qas pir mirinên ji koronayê berpirs e, nabe ku wek Serokê Welatên Yekbûyî yên Amerîka bimîne. Ger karanîna rûberkan (maskan) bi berfirehî pêk bihata, hîngê bi hezaran can dikaribin bihatana rizgar kirin.''
Biden îdia kir ku heta niha jî planeke berfireh ya Trump tuneye pêşî li belavbûna koronayê bigire.
"Divê serok Amerîkîyan heweskar bike ku ew maskan parastinê bi kar bînin, divê bi lezûbazî test werin kirin û jibo vekirina xwendingeh û karsazîyên biçûk standardên netewî werin danîn. Ezê van pirsgirêkana hemî çareser bikim û ezê hember pandemîya korona planekê amade bikim.”
Di dîbeyta dawî ya navbera Trump û Biden de sîyaseta derve jî cîhekî girîng girt.
Di destpêkê de mijara Çînê ji alîyê moderator Welker ve hate pirsîn û ji Biden hat xwestin ku ger wek serok were hilbijartin, ewê çawa bi Çînê re bide û bistîne.
Biden got ku ewê givaştinê li ser Çînê bike ku bi pîvanên civata navnetewî pêbend be.
"Dema min bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir, ez li dijî pêngavên Çînê yên li Derya Başûrê Çînê sekinîm. Helwesta min ya dijî rêberên otokratîk berevajîya helwesta Trump e. Ew zordarên wek li Koreya Bakur, serokê Çînê, Putin û yên din hembêz dike.”
Trump jî got ku sîyaseta wî ya hember Çînê karîger e û ew dewlet niha hesabê kiryarên xwe dide û bacên ku ser berhemên polayî yên Çînê hatine danîn di berjewendîya Amerîka de ne.
Wek bersîva pirseke ser Koreya Bakur, Trump got ku peywendîya wî ya bi serokê wî welatî Kim Jong Un cîhê pesnê ye.
"Tekilîya min bi Kim re pir baş e. Ew mirovekî cuda ye û îhtîmal e ew jî ser min bi heman awayî difikre. Ne tiştekî xirab e ku bi Kim re peywendîyeke min ya baş heye.”
Biden ew gotina Trump rexne kir û got ku berî ku Hîtler hemî Ewrupa dagir bike, tekilîya Amerîka ya bi wî re jî baş bû.
Hem ji Biden re hem jî Trump re rola maytekirina dewletên bîyanî hate pirsîn û Trump got ku Biden posta xwe ya cîgirtiya serok bi kar anî û ji xwe re berjewendîya diravî qezenc kir.
"Tiştên ku we kirin û diravên ku malbata te girtin… ew hemî bi rêka tê bûn," Serok Trump got.
Biden berevanî li pozîsyona kurê xwe Hunter Biden ya kompanîya Ukraynî ya enerjî Burisma kir ku di dema karê wî yê cîgirtîya serok de çêbûbû.
"Tenê yek tişt jî ne li dervayê qanûnê bû. Di dema împiçkirina Trump de hemî şahid piştrast kir ku min karê xwe bê qisûr kiriye. Kesê ku ji Çînê pere qezenc kiriye Trump e, ne malbata min e,” Biden got.
Serok Trump qebûl kir ku li welatên bîyanî hesabên wî yên bankê hene û hesabê wî yê li Çînê tenê ji sala 2013an heta 2015an aktîf bû.
Rojnameya New York Times ragihandibû ku li Çînê, Brîtanya û Îrlanda hesabên Trump yên bankê hene.
Trump got ku ew karsaz e û normal e ku li gelek welatan hesabê wî hebin. "Piştî ku ez bûm berbijarê seroktîyê min biryar da ku hesabên xwe yên li welatên bîyanî bigirim. Lê, Biden û kurê wî û birayê wî hemî dewlemend dibin."
Biden got ku her welatekî ku maytekirina xwe di hilbijartinên Amerîkî bike, wê hesabê wê yekê bide.
"Kî dibe bila bibe, her welatekî ku mudaxelaya hilbijartinên Amerîkî bike wê rûbirûyê encamên wê yekê bin. Em dizanin ku di vê hilbijartinê de Rûsya û heta astekê Çîn destkarî dikin û niha em hîn dibin ku Îran jî ketiya heman hewilê. Ger ez werim hilbijartin, ew hemî dê hesabê wan kiryarana bidin.”
Biden îdia kir ku hêzên bîyanî yên wek Rûsya naxwazin ku ew were hilbijartin jiber ku ew dizanin ku ewê bi helwesteke tund li hember wan bisekinim.
Trump jî got ku li hember Rûsya kes wek wî tund nebûye.
Trump û Biden cara pêşî di 29’ê Îlonê de rûbirû axifîbûn, lê jiber maytekirina pir zêde ya berbijaran ew dîbeyt bi tundî hatibû rexne kirin.
Dîbeyta duyê ku biryar bû di 15’ê Cotmehê de bihata kirin, jiber pêketina Serok Trump ya nexweşîya COVID-19 hatibû betal kirin.
Li gor sîstema Amerîka, serok ji alîyê Desteya Hilbijaran (Electoral College), ku ji 538 delegeyan pêk tê, tê hilbijartin û berbijarê ku 270 delegeyan bi dest bixe dibe serok.
Serok Trump di hilbijartina 2016'an de 304 delegeyên Desteya Hilbijaran qezenc kiribû û bûbû serok.