Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ser Ewlekarîya Hilbijartinên 8’ê Mijdarê Hişyarî Dide


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden pênc roj berîya hilbijartinên nîvdema seroktîya xwe, derheqa metirsîyên ser demokrasî û ewlekarîya hilbijartinan hişyarî da bîragiştî.

Biden dîyar ku kesên ku encamên hilbijartinên 8’ê Mijdarê red bikin wê Amerîka bixin nava kaosê.

"Hin gotarên berbijarên Komarî li ser demokrasîya Amerîka gefek e, ku dibêjin ger ew hilbijartinên 8’ê Mijdarê hinda bikin, ewê encaman qebûl nekinê" Biden got.

Wî serokê berê Donald Trump bi azirandina wan kesan û gotaran tawanbar kir.

Biden, êrîşa dijî Kongresa Amerîka ya di 6’ê Rêbendana 2021’an de bi bîr xist û got ku Trump encama hilbijartinên 2020’an red kir.

"Demokrasîya Amerîka di bin êrîşan de ye. Trump vîna gel red kir, qeşl nekir ku wî hilbijartin hinda kir û desthilatdarîya xwe çewt bi kar anî."

Serok Biden got ku hilbijartinên mîdtermê yên Kongresê yên îsal pir girîng û dîrokî ne.

Biden bi berdewamî bang li tevahîya welatîyan kir ku ew herin ser sandoqan û deng bidin.

XS
SM
MD
LG