Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îro Seredana Qada Komkujîya Dîrokî ya li Tulsa Dike


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê seredana bajarê Tulsa ya li eyaleta Oklahoma dike ku li wî bajarî bi sedan Amerîkîyên reş ji alîyê komeke sipî ve hatibûn kuştin.

Biden dê bibe serokê yekê yê Amerîkî ku serdana vê qada komkujîyê bike ku di dîroka welat de wek yek ji beşa herî xirab ya tundîya nijadî tê destnîşan kirin.

Karbidestên Qesra Sipî ragihand ku Biden wê di salvegera 100'an ya kuştinan de, bi çend endamên mayî yên civaka Greenwood re bicive û bo tekoşîna dijî newekhevîyê hin biryaran ragihîne.

Karbidestekî revebirîyê da zanîn ku Serok Biden dê ser rastîya nijadperestîya li Amerîka biaxive û astengên pêş têkbirina nijadperestîyê qebûl bike.

Heman karbidest bal kişand ku Biden nikare soza xwe ya dermankirina birînên gelê Amerîkî bi cîh bîne, bê ku qala rastîyên tahl yên dîroka Amerîkî neke.

Biden roja Duşemê ji tevahîya Amerîkîyan xwest ku dijî nijadperestîya li welat tekoşîn bikin.

"Divê hun derbarê sedemên kûr yên terora nijadî yên li welatê me bifikirin û bo têkbirina bingeha nîjadperestîyê li seranserê welêt jinûve soza xebatê bidin, " Biden got.

Serdana Serok Biden di vê demê de tê ku li Amerîka ser dîroka nîjadî ya welêt nîqaşên gîrîng têne kirin.

Dîsa, di vê demê de Amerîkîyên sipî li welêt hindiktir dibin, gefên ji komên tundrê yên sipî pirtir dibin û piştî kuştina George Floyd Amerîkî lêpirsîna reftarên xwe yên dijî Amerîkîyên Afrîqî dikin.

Biden ku bi piştgirîya xurt ya hilbijêrên Reş seroktî bi dest xist, tekoşîna dîjî newekhevîya nijadî kiribû mijara serekî ya kempeyna xwe ya 2020'an û ji destpêka serktîya xwe ya li Qesra Sipî vir ve jî heman tiştî dike.

Biden, hefteya borî di salvegera kuştina Floyd de bi endamên malbata wî re civîbû û hewil dide ku qanûna reformê ya polîsan ya bi navê Floyd ji Kongresê derbaz bibe.

Derbarê komkujîyên li Tulsa, ku di 31'ê Gulanê û 1'ê Hezîrana 1921'an de qewimîbûn, di van salên dawî de hişmendî zêde bûye, tevî ku di dersên dîrokê de qala wan nayên kirin û medya jî behsa wan bûyeran nake.

Li Tulsa di wê demê de, piştî ku jineke sipî zilamekî reş bi destdirêjîyê tawanbar kiribû, welatîyên sipî nêzî 300 kesên reş bi gulenbarankirinê kuştibûn û mal û kargehên wan talan kiribûn û şewitandibûn; îdayeke ku ti car nehatibû îsbat kirin, civaka Amerîkîyên Afrîqî ya xwecîhî wêran kiribû.

Kompanîyên înşurinsê (sîgorta) zararên welatîyên reş nedabûn û jiber êrîşan ti kes nehatibû tawanbar kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku pirsgirêka dadmendîya nijadî di warê tekoşîna mafên dengdanê de jî pirtir derdikeve pêş.

Gelek eyaletên Komarî ser xurtkirina ewlehîya hilbijartinan nîqaşan dikin, qedexeyên dengdanê derbaz kirine yan jî pêşnîyar kirine.

Lê, Biden û Demokratên din dibêjin ku ev gavana armanc dikin ku bo hemwelatîyên reş û hilbijêrên kêmanîyên din deng dayîna di hilbijartinê de dijwartir bike.



XS
SM
MD
LG