Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Amerîkîyên li Ukrayna Dike ku Demûdest ji Wî Welatî Derkevin


Serok Joe Biden ji NBC Newsê pirsên Lester Holt bersîvandin.

Beşeke hevpeyvînê roja Pêncşemê hat weşandin.

Biden di hevpeyvînê de bang li Amerîkîyên kir li Ukrayna kir ku demûdest ji wî welatî derkevin.

Wî got ku ger Rûsya, Ukrayna dagir bike ewê bo derxistina Amerîkîyên li wî welatî leşkeran neşînin.

Serok Biden da zanîn ku wê demê ewê rewiş ne rêxistineke terorî, lê wê yek ji artêşên mezin yên cîhanê be.

Biden dîyar kir ku ger Amerîkî û Rûs êrîşî hevdu bikin ewê şerê cîhanê çêbe û da zanîn ku cîhan niha di rewişeke cuda de ye.

Wezareta Derve ya Amerîka jî roja Pêncşemê bi hişyarîyekê bang li Amerîkîyên li Ukrayna kir ku demûdest ji wî welatî derkevin.

XS
SM
MD
LG