Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jiber Alozîya Ukrayna Pirtir Hez Dişîne Rojhilata Ewrupa


Joe Biden serdena bingeha Fort Bragg ya hêzên Amerîkî ya li eyaleta North Carolina dike. (Arşîv)
Joe Biden serdena bingeha Fort Bragg ya hêzên Amerîkî ya li eyaleta North Carolina dike. (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reuters îro Çarşemê ragihand ku Serok Joe Biden şandina nêzî 3,000 hêzên Amerîkî bo rojhilata Ewrupa ya di rojên pêş de pejirandiye,

Ev biryara Biden deme ke de tê ku di navbera Rûsya û welatên Rojava de alozîya ser Ukrayna bi tundî berdewam dike.

Reutersê ev agahî ji zarê sê karbidestên Amerîkî berîya dîyarkirina Pentogenê ragihand.

Yek ji wan karbidestan da zanîn ku 1700 leşker wê ji bingeha Fort Bragg ya li eyaleta North Carolina li Polonya û 300 yên din jî li Almanya werin bi cîh kirin.

Heman karbidestî got ku nêzî 1.000 hêzên Amerîkî yên li Almanya jî wê herin Romanyayê.

Pentagonê şîrovekirina van agahîyan red kir, lê çaverê ye ku di demeke kurt de li ser mijarê daxuyanîyekê bide rojnamevanan.

Pentagonê hefteya borî fermana amadebûnê dabû hêzên Amerîkî ku di nava wan de tîmên şerker, karmendên lojîstîk, piştgirîya bijîşkî û esmanî û herwiha hêzên ku bi mîsyonên îstixbaratî û çavdêrî jî hene.

XS
SM
MD
LG