Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Amerîka Wê Vaksînên COVID-19 Bişîne Seranser Cîhanê


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê dîyar kir rêvebirîya wî ewê heya dawîya wê mehê 20 mîlyon dozên din yên vaksînên COVID-19 bi welatên din re parve bike.

Ew 20 mîlyon dozên nû ewê ji vaksînên Moderna, Pfizer,Johnson & Johnson û AstraZeneca, pêk were.

Biden jixwe meha borî soz dabû ku dê Amerîka heya 4'ê Tîrmehê 60 mîlyon dozên vaksîna AstraZeneca, ku li welat nayê karanîn, bide welatên din.

Bi daxuyanîya Biden ya îro hejmara giştî ya vaksînên ku ewê Amerîka bibexşîne welatên bîyanî giheşt 80 mîlyon dozan.

Vaksîna AstraZeneca ya COVID -19 ne yek ji 3 vaksînane ye ku destûra karanîna awarte ya Amerîka girtiye.

Tenê vaksînên Pfizer / BioNTech, Moderna û Johnson & Johnson jibo karanînê ji hêla Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîkî ve , hatine erê kirin.

Lê, pêdivî ye ku vaksîna AstraZeneca, berî ku were şandin derveyî Pêyvajoya pejirandinê berdewam dikin.

Hevdem, Biden destnîşan kir ku koordînatorê tîma bersîva COVID-19 ya Qesra Sipî Covid-19 Jeff Zients wek berpirsê vê hewlê ye, bi hevsengîya digel Konseya Ewlehîya Neteweyî û Wezareta Karên Derve yê Amerîka.

Biden di Sibatê de ragihandibû ewê Amerîka bi 2 mîlyar dolaran alîkarîya bernamaya navneteweyî ya parvekirina dadmendî ya vaksînên COVID-19 bike.

COVAX yan Giheştîna COVID-19 ya Cihanî bernameya navneteweyî ya Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ye û belavkirina adîl ya ya vaksînên COVID-19 dixebite û hevdem jibo welatên xizan vaksînên COVID-19 peyda dike.

Înîsîyatîfa dilxwaz ya bo belavkirina wekhev ya vaksînên COVID-19 bi hevalbendîya rexistinên WHO, GAVI û CEPI, koalîsyoneke cîhanî ya jibo tekoşîna epîdemîyan xebatên xwe dimeşşîne.

Her wiha Biden bi şertê alîkarîyên ji welatên din û bo pêkhatina armancên radestkirina vaksînan, soza 2 mîlyar dolarên din jî da.


XS
SM
MD
LG