Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê li Qesira Sipî vaksîna COVID-19 ya bihêzker li xwe da, çend roj piştî ku Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) doza sisêyan ya vaksîna Pfizer-BioNTech ji hin kesên di bin rîskê re pêşnîyar kiribû.
Biden got ku derziyên bihêzker girîng in, lê tiştê herî girîng ew e ku em pirtir kesan vaksîn bikin.
“Nêzî 23 ji sedê Amerîkîyan heta niha hin derzîyek jî li xwe nedaye û ew jî zararên pir mezin dide tevahîya welêt, “Biden bi berdewam got.
Biden ku 78 salî ye, doza duyê ya vaksîna Pfizer di meha yek, Rêbendanê de li pêş kamerayan biribû û vê care jî bi heman awayî kir ku dilê kesên xemsar rehet bike.
CDC pêşnîyar dike ku divê kesên ji 65 salî mezintir di nava şeş mehan piştî derzîyê duyê de vaksîna hêzker li xwe bidin.