Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Dê bo Karanîna Vaksînan Dest bi Kempeyneke Nû Bike


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ewê bo pûçkirina fikarên ser vaksîna vîrusa korona dest bi kempeyneke perwerdeyê bikin.

Biden da zanîn ku ewê bi hin rêberên ji hemî alîyên civaka Amerîkî wêrekîyê bidin civakê ku vaksînan li xwe din.

Ew piştî li kursîya seroktîyê rûniştibû dabû zanîn ku ew armanc dikin ku di demeke kin de bi mîlyonan Amerîkî vaksînan bikar bînin.

Hin karbidest dibêjin ku jiber fikarên ser vaksînan yên pêkhateyên Amerîkî dibe ku rê li ber armanca Biden were girtin.

Biden got ku ew dizane ku hin kom ji vaksînê ditirsin û da zanîn ku çaverê ye ku rêzên dirêj yên li pêş navendên vaksînan di Nîsan û Gulanê de kêm bibin.

Serokê Amerîka da zanîn ku vaksînên wan pejirandine ewle ne û bi bandor in.

Wî herwiha bal kişand ser girîngîya mesafeya civakî, destşûştin û karanîna maskan.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku Amerîka bi hêjmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Amerîka 28,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 508,307 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG