Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Dixwaze Mafên Patentê yên bo Vaksînan Sist Bike


Rêvebirîya Serok Joe Biden dîyar dike ku ew piştgirîyê dide sistkirina mafên patentan yên bo vaksîna vîrusa korona.

Nûnerên welatên Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê, bo nirxandina pêşnîyazên Afrîqaya Başûr û Hîndistan yên ser patentan kom bûbûn.

Serok Joe Biden li Qesira Sipî dîyar kiribû ku ew piştgirîyê didin sistkirina mafên bo patentên vaksînan.

Li dû axaftina Biden, Nûnera Bazirganî ya Amerîka Katherine Tai ser sistkirina mafên patentan daxuyanîyeke nivîskî belav kir

Katherine Tai dîyar kir ku şewba vîrusa korona kêşeyeke cîhanî ye û divê ew dijî wê tedbîrên awarte ragihînin.

Tai da zanîn ku rêvebirîya Biden bi awayekî xurt piştgirîyê dide mafên milkîyetê û bi berdewamî got ‘’lê divê bo vîrusa korona ew maf bi awayekî demkî were sistkirin.’’

Bo Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ser mijarekê biryarê ragihîne divê hemî endamên wê li ser heman fikrê bin.

Çaverê ye ku endamên wê rêxistinê di 8ê Hezîranê de ser patentên bo vaksîna vîrusa korona bicivin.

XS
SM
MD
LG