Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê sê jêderan ragihand ku rêvebirîya Serok Joe Biden dê di du salên pêş de bi qasî 100 welatî re 500 mîlyon vaksîna vîrusa korona ya Pfizer bişîne.
Wan jêderan dan zanîn ku Amerîka dê 200 mîlyon vaksînên vîrusa korona îsal belav bike û 300 mîlyonên din jî dê di 6 mehên pêşî yên sala pêş de bişîne.
Ew arîkarî dê bi bernameya vaksînê ya COVAX’ê çêbe ku bi wê ji welatên aborîya wan xirab re vaksîn têne şandin.
COVAX ji alîyê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û GAVI ve tê meşandin û wan ser ragihandina Reutersê hîn ti şirove nekiriye.
Li gor nûçeya Reutersê, Biden dê roja Pêncşemê wê bernameya belavkirina vaksînan ragihîne.
Reutersê dîyar kir ku tîma vîrusa korona ya Qesira Sipî di çar hefteyên dawî de ser belavkirina vaksînan danûstandin kiriye.
CNBC jî roja Çarşemê ragihand ku Amerîka bi Moderna jî danûstandinê dike ku Washington dixwaze hin vaksînan ji wê kompanîyê jî bistîne û bişîne welatan.
Berdevikekî Moderna da zanîn ku ew hazir in ku bo rêvebirîya Amerîka vaksînan hazir bikin, lê wî zêdetir agahî neda.
Qesira Sipî û Pfizer jî ser nûçeyên dawî hîn ti daxuyanî belav nekirine.
Serokê Amerîka Joe Biden berî serdana Brîtanya ji rojnamevanan re gotibû ku bo vaksînan stratejîyeke wan ya cîhanî heye, lê wî ti hûrgilî nedabû.