Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ewê li Welatên Cîhanê 500 Mîlyon Vaksîn Belav Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku rêvebirîya w nîv mîlyar doz vaksîna vîrusa korona wesandiye û ew dê wan bo 92 dewletên aborîya di asta hindik û navîn de ne bişînin.

Biden ew agahî li Cornwallê berî Hilcivîna G7, ku dê li Brîtanya roja Înê destpê bike, ragihand.

‘’Belavkirina wan vaksînan dê di meha Tebaxê de destpê bike.’’ Biden got û da zanîn ku heta dawîya salê dê 200 mîlyon û heta nîvê sala 2022’yan jî dê 300 mîlyon vaksîn werin belav kirin.

Wî dîyar kir ku ewê wan vaksînan bê şert û merc belav bikin. Serok Biden da zanîn ku ew dê bo dawî li şewba vîrusa korona bînin karekî wisa bimeşînin.

Temamê 500 mîlyonên vaksînên vîrusa korona dê ji kompanîya Pfizerê werin kirîn.

CEO’yê Pfizerê Albert Bourla jî di daxuyanîyê de bi Biden re bû. Bourla dîyar kir ku vaksîna wan dijî vîrusa korona serketî ye û dîyar kir ku ew wê bo cureyên nû yên vîrusê jî test dikin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kiribû ku tîma vîrusa korona ya Qesira Sipî bo arîkarîya vaksînan çar hefteyan danûstandin kiriye.

CNBC jî dabû zanîn ku rêvebirîya Biden bo vaksînan bi kompanîya Moderna jî hevdîtinê çêdike.

XS
SM
MD
LG