Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Ji Kerema Xwe Vaksînê li Xwe Bidin


Serokê Amerîka Joe Biden bang li Amerîkîyan kir ku vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li Amerîka di hefteyên dawî de jinûve bilind dibe.

Karbidestên saxlemîyê dibêjin ku cureya vîrusa korona ya bi navê Delta li welêt cureya berbelavtir e û didin zanîn ku piranîya pêketinan di nav kesên vaksînnekirî de çêdibin.

Dîsa li gor ragihandina wan karbidestan, nêzî temamê mirinên ji vîrusa korona û ketina nexweşxaneyê di nav kesên vaksîne li xwe nedane de tê dîtin.

Serok Biden di axaftina ser aborîyê de dîyar kir ku pêşdebirina ekonomîyê girêdayî kontrolkirina pandemîyê ye.

Biden da zanîn ku 40 ji sedê pêketinên nû yên vîrusa korona li 4 eyaletên ku rêjeya wan ya karanîna vaksînê kêm e hatine tespît kirin.

‘’Ji kerema xwe, ji kerema xwe vaksînê li xwe bidin.’’ Biden got.

Wî bang li Amerîkîyan kir ku demûdest vaksînê li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG