Qesra Sipî îro Yekşemê dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden ewê di 25'ê Hezîranê de li Washington, bi serokê Afganîstanê Eşref Ganî û Abdullah Abdullah, serokê Civata Bilind ya Lihevhatina Niştimanî ya Afganistanê re, bicive.
"Serdana Serok Ganî û Dr. Abdullah dê hevkarîya domdar ya di navbera Amerîka û Afganistanê de diyar bike, dema ku paşvekişîna leşkerî berdewam dike,"Qesra Sipî.
Civîn ewê di demeke gelek girîng de pêk tê; dema ku şerê di navbera hêzên ewlehîya Afganî û milîtanên Talîban de zêde bû, jiber ku Biden di Nîsanê de ragihandib û ku tevahîya hêzên Amerîkî yên li Afganistanê dê berîya 11'ê Îlonê bêne vekişandin.
Qesra Sipî bi berdewamî ragihand ku Washington li ser soza xwe ya piştvanîya bo gelê Afganî bi pêşkêşkirina alîkarîyên dîplomasî, aborî û mirovahî ye.
"Amerîka ewê bi Hikûmeta Afganistanê re di peywendîyê de bimînin
da ku piştrast bikin welat carek din nebe jibo komên terorîst yên ku jibo axa Amerîka xeterîy in, nebe penageheke ewledar, " Qesra Sipî got.
Lê, Talîban bo ku bandora xwe ya li seranserê Afganistanê berfireh bike kiryarên ku bi mehane didomin, dike û dema ku Amerîka dest bi vekişandina hêzên xwe kiriye û hin bingeh girtiye û radestî hikûmeta Afganî kiriye.
Vekişandina leşkeran di 1'ê Gulanê de dest pê kir. Jiber ku Amerîkayê di Nîsanê de ragihand ku ewê hemî hêzên xwe vekişîne, herî kêm 30 herem ji hêla Talîban ve hatine bi dest xistin.