Hunermend Bilind Îbrahîm berhema xwe ya nû ya bi navê “Min Bes Tu Divê” derxist. Di albuma nû de 13 sitranan hene û piranîya wan ji folklorên Kurdî ne.
“Min di vê berhema xwe de giringî daye muzîka Kurdî û min org bi kar neanîye û cîh daye dahol û zurna bikar anîne.Divê em xwedî li muzîk û folklora xwe xwedî derkevin, Îbrahîm dibêje.
Helbestvan Selman Şêxmemî, ku gelek berhemên xwe dane Îbrahîm, jî dibêje ku ew demeke dirêj e ligel Bilind dixebite û hin helbestan tenê wî çêdike jiber ku dizane ew hez ji çi peyîvan dike.