Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bill Gates bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona 150 Mîlyon Dolar Dide


Bill û Melinda Gates
Bill û Melinda Gates

Avakarê Microsoftê Bill Gates û hevjîna wî Melinda dê bo têkoşîna dijî vîrusa korona 150 mîlyon dolar alîkarî bidin.

Weqfa Gates ragihand ku ew dixwazin bi vê alîkarîyê sîstemên saxlemîyê yên welatên Afrîqa û Asya Başûr pêş bixin.

Herwiha bi vê alîkarîyê tê armanc kirin ku lêkolînên bo dîtina perpûna vîrusa korona berfireh bibin.

Wê weqfê di serê meha Sibatê de jî 100 mîlyon dolar alîkarîya diravî belav kiribû.

XS
SM
MD
LG