Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump û bin Selman Girjîyên li Herêmê Gotûbêj Dikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şazadeyê Cînişîn Mihemed bin Selman
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Şazadeyê Cînişîn Mihemed bin Selman

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdî got ku Şazadeyê Cihnişîn Mihemed bin Selman û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê li ser girjî û pêşketinên li herêmê û encamên wan gotûbêj kirin.

Li gor raportê, bin Selman tekezî li ser berdewamîya danûstandinan kirîye ji bo ku girjî werin kêmkirin û rêya diyalogê bo dîtina çareserîyeke dîplomatîk veke.

Wî herwiha got ku divê çareserîyên dîplomatîk pêk bên, da ku ewlehî û aramîya herêmê werin parastin û pêşî li zêdebûna pevçûnan were girtin.

Ev yek pêk hat piştî ku Serok Trump gotibû "wî êrîşeke leşkerî ya berfireh a plankirî li dijî Îranê rawestandiye."

Malpera Axios roja Yekşemê di raporteke xwe de li gor du berpirsên Amerîkî û çavkanîyek sêyem ku ji têkiliya telefonî agahdar e ragihand ku Şazadeyê cîhnişîn yê Siûdî Mihemed bin Selman dema ku bi Serok Trump re axivî, fikarên xwe li ser planeke nû ya êrîşên berfireh ên li dijî Îranê anî ziman.

Hêjayî gotinê ye ku Serok Trump Şemîyê bi şev ragihand ku wan êrîşeke plankirî ya berfireh li ser Îranê betal kir bi mercê ku rêkeftinek ligel Tehranê were kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG