Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û nûnerê Îzmir yê partiya desthilatdar li Tirkiyê AKPê Binalî Ylidirim ragihand ku ew rastî vîrusa korona hatiye û dixtoran şîret dane wî ku di mal da bimîne û çarseriya xwe bike.
Yildirim dibêje, îro serê sibeya 3ê Îlonê wî hest bi tengnefesiyê kirîye û qesta nexweşxanê kirîye û piştî têsta COVID-19 encam pozetîv derketiye.
Yildirim dide zanîn ku tendirustiya wî bi giştî başe, wî bi vê bûneyê bang li welatiyên Tirkiyê kirîye ku pêgiriyê bi mercên saxlemiyê û dûrbûna civakî bikin, herwiha maskan li ciyên giştî li xwe bikin û paqijiyê biparêzin. Lê Yildirim behsa hevjîna xwe Semîha Yildirim nekir ku ew jî rastî vîrusa korona hatiye.
Serokê Partiya Ayinde û Serwokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davytoglu di hesaba xwe ya twîterê da derbarê nexweşketina Binalî Yildirim twîtek weşand, di twîta Davutoglu da diyar dibe ku hevjînaYildirim jî bi COVID-19 ketiye, twîta Ahmet Davutoglu wehaye:
"Min hêvîyên xwe yên silametiyê ji berêz Binalî Yildirim û hevjîna wî xanim Semîha Yildirim re şandin, yên ku têsta wanya COVID-19 pozetîve derçûyê, daxwaz çêbûnek lezgîn bo wan û hemû welatiyan dikim yên tûşî COVID-19 bûne ku çare bibin."
Binalî bin Yildirim, di navbera salên 2016-2018ê Serokwezîrê Tirkiyê bû, û di navbera Tîrmeha 2018 û destpêka 2019ê serokê Meclisa Tirkiyê bû berî xwe kandîd bike bo Serokşaredariya Stenbûlê û bibe hevrikê Îmamoglu ji partiya CHPê, lê di encam du caran dengdanê da Yildirim biserneket.