Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binali Yildirim Derbarê Pêvajoya Aştîyê Geşbîn e

Bînalî Yildirim, Serokwezîrê berê yê Tirkîyê
Bînalî Yildirim, Serokwezîrê berê yê Tirkîyê

Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Bînalî Yildirim ser pêvajoya aştîyê ya Tirkîyê de geşbînîya xwe anî ziman û got, kesên ku piştgirîyê nadin kiryarên ku Enqere wan wek “terorîst” dibîne, dike, divê bi dewletê re ti pirsgirêkên wan nebin.

Bînalî Yildirim ev daxuyanî di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re li New Yorkê da. Yildirim jibo beşdarbûna Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UNGA) di nav şandeya serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de cîh digirt.

Yildirim bi berdewamî destnîşan kir ku heman xal jibo Abdullah Ocalan, damazirênerê girtî yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî derbasdar e.

“Em di serdemeke nû ya bê-terorê de ne. Eger kesek piştgirîyê nede çalakîyên terorîstî, ti pirsgirêka me bi wan re nîne; ev yek hemûyan, tevî Ocalan jî, li xwe digire.” wî ji VOA re got.

Yildirim, ku niha Serokê Civata Rûspîyên Rêxistina Dewletên Tirk e, got ku biryara PKK’ê ya çekdanînê nîşan dide ku rêxistinê fêhm kirîye ku têkoşîna çekdarî rêya bidestxistina encaman nîne.

“Wan biryar da ku çekan deynin, çimkî ew têgihîştin ku ev ne rêya bidestxistina encaman e,” wî got.

Wî herwiha bal kişand ser pêkhateya yekparçeyî ya dewleta Tirkîye û got ku Tirk û Kurd xwedîyê mafên wekhev ên welatîbûnê ne.

"Komara Tirkîyê, ku bi awayekî (dewleteke) yekgirtî hatiye sazkirin, mala me hemûyan e; çi em Tirk bin, çi jî Kurd. Ez gelek bi hêvî me. Em welatiyên Tirkiyeyê ne û xwediyên mafên wekhev in," wî got.

Daxuyanîyên Yildirim di demekê de tên ku karbidestên Tirkîyê dibêjin pêvajoya aştîyê yan li gor pênaseya wan "Tirkîye ya Bê Teror" ber bi qonaxa cibicîhkirinê ve diçe.

Erdogan vê hefteyê got ku pêvajo pêşve diçe û Tirkîye dikare di demeke “ne pir dûr” de bigihîje encamê.

Serokê parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî îro got ku , bi vebûna parlemanê di 1’ê Cotmehê de, wê li parlemanê demûdest komîsyona şopandinê were ava kirin. Lê, wî hişyarî da heya ku hilweşîn û çêkdanîna PKK’ê neyê piştrastkirin, wê qanûna çarçoveyî wê neyê bicîh kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG