Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yildirim: Operasyona Şaxa Zeytûnê bi Efrînê Ne Sînorkirî Ye


Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro Pêncşemê got ku operasyona Şaxa Zeytûnê wê bi Efrînê sînordar nemîne.

Yildirim got ku ewê operasyonên xwe heta ku dawî li terorê bînin bidomîmin.

"Jibo operasyon bi dawî werin, divê rêxistina terorê bi temamî were tune kirin. Lewma em nikarin rojekê yan demekê bi lêv bikin. Kengî rêxistina terorê bi dawî hat, ew dem em dikarin behsa demê bikin.”

Yildirim, berevajîya bangên navnetewî ya rêzgirtina agirbesta li Sûrîyê, dîyar kir ku operasyona ser Efrînê rêwabûna xwe ji mafên navnetewî ya hiqûqê digire û ewê operasyonê berdewam bikin.

Wî da zanîn ku operasyonên wan tenê bi Efrînê sînorkirî ye û dibe ku li cîhên din jî heman awayî operasyon werin kirin .

Serokomarê Tirkîyê Receû Tayyîp Erdogan pir caran gotibû ku piştî Efrînê, ewê operasyinekle li Minbicê jî bikin ku niha di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ye û hêzên Amerîkî li wê derê parastinê dikin.

XS
SM
MD
LG