Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim îro Înê dubare kir ku divê referanduma li Herêma Kurdistana Îraqê were betal kirin.
“Em, wek Tirkîyê, bangeke dostane li birêz Mesûd Barzanî dikin ku helwesta xwe ya şaş rast bike," Yildirim li Enqerê got.
Gotinên Yildirim rojeke piştî daxuyanîyên Barzanî tê ku gotibû ewê alternatîfên ser paşxistina referandumê binirxînin
“Jixwe kêşeyên mezin li herêmê hene. Şerê dijî DAIŞ’ê û PKK’ê heye. Şerê navxweyî lî Sûrîyê e, bi salen e berdewam e. Di vê rewşê de afirandina pirsgirêkên nû ji kesî re feyde nayîne, di serî de jî ji Kurdan re,” Yildirim hişyarî da.
Hikûmeta Îraqê dijberîya referandumê dike û ew yek wek dijî qanûna bingehîn bi nav dike.
Tirkîye jî bi tundî dijî referanduma Kurdan derdikeve û yekgirtîbûna axa Îraqê diparêze.