Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeha Leşkerî ya Amerîkî Êdî ya Îraqîyan e


Bingeha leşkerî ya Camp Victory

Bingeha leşkerî ku navenda hêzên Amerîkî yên li Îraqê bû, êdî di bin kontrola Îraqê de ye.

Berdevkekî leşkerî yê Amerîka got, kontrola bingeha leşkerî ya bi navê Camp Victory îro Înê bi tevahî kete destê hêzên Îraqî, piştî ku her du alî belgeyên pêdivî îmza kirin.

Nêzîkî 13.000 leşkerên Amerîkî vê gavê li Îraqê mane û li ber e heta dawîya vê mehê ji wî welatî vekêşin.

Bi derketina hêzên mayîn, hebûna leşkerî ya Amerîkî jî bi dawî dibe ku li sala 2003’an, piştî dagirkirina Îraqê destpê kirîbû.

Bingeha Camp Victory li paytaxt Bexdayê, li dora qesreke buha ya dîktatorê berê Saddam Huseyîn hatibû ava kirin.

XS
SM
MD
LG