Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya dê Jimara Serbazan li Afganistanê Kêm Ket


Serok Wezîrê Birîtanya David Cameron
Serok Wezîrê Birîtanya David Cameron

Hikûmeta Brîtanî ragihand ku heta dûmahiya sala 2012, ew dê 500 serbazêt xwe ji Afganistanê vekêşît.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron roja Çarşembî gote Parlemanê ku ew dê jimara hêzêt xwe kêm ket ji 9,500 bo 9,000.

Rêzdar Cameron dibêjît, ev kêm kirine jiber hindê ye ku şiyanên hêzêt parastina Afganî zêde bûne. Wî got ev biryare ne bitenê ya rast e bo Brîtanya, lê herwesa bo Afganistanê jî her ya rast e.

Wî ev biryare ragihand rojekê piştî ew ji seredaneka du rojî bo Afganistanê vegeyav welatê xwe ku digel serbazêt Brîtanî û Serokê Afganî Hamid Karzay kom bibû.

Li meha bihûrî, Serokê Amerîkî Barack Obama ragihand ku ew dê heta 14 mehêt dî 33,000 serbazan vekêşît ji giştiya 100,000 serbazêt Amerîkî li wî welatî.

XS
SM
MD
LG