Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pirmangham di Êrîşa Kêrkirinê da Kesk Kuştî Û Heft Kes Birîndar


LONDON- Ajansa Reuters ji London radigihîne ku li bajarê Birmingham yê li navenda Brîtanya êrîşa kêrkirinê pêkhatiye di encamp da kesek katiye kuştin jine û jinek jî birîndar bûne û birîna jinê giran.

Polîsan gotiye"Em niha dikarîn piştrast bikîn ku lêkolîn li dij kujerî tên berdewam kirin" yê ku di bûyera şeva borî da li West Midlands tawanbare.

Polîsan ev yek di hesaba xwe ya fermi ya twîterê da weşandiye û behsa bûyerê kirîye.

Polîsên Birmingham herwiha daye zanîn ku "zilamek hatiye kuştin, zilamek û jinek din jî giran birîndar bûne,, herwiha 5 kesên din jî birîndar bûne."

Polîsê West Midlands di twîteke cûda dide zanîn û dibêje "Em dikarîn piştrast bikîn ku nêzî 12:30 am, îro serê sibê em bi bûyera kêrkirinê li navenda bajêr hatîn agihdar kirin."

Polîsê West Midlands di malpera xwe ya fermî da data û horgiliyên bûyerê weşandine û dide zanîn ku ew bawer dikin, bûyer di navbera demjimêr 12:30 - 2:30 serê sibê da qewimiye û lêgerînan li dij bikeran dom dikin.

XS
SM
MD
LG