Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Seroktîya Amerîkî de Kî Alîyê Serketî Radigihîne?


Gelek kes dibêjin ku serfirazê pêşbirka seroktîya Welatên Yekbûyî yên Amerîka dîyar dibe gava ku medya pêşbazîyê radigihîne û berbijarê têkçûyî axaftina binketinê dike.

Lê, di rastîyê de, bi fermî ragihandina serfirazê seroktîyê pêvajoyeke dirêj e û heta meha yek, Rêbendanê didome.

Di nav wê pêvajoyê da Amerîkî deng didin hilbijêran û ew jî dengê xwe didin serok û di dawîyê da Kongres namzetê serfiraz dîyar dike.

"Roja Hilbijartinê heye ku ew hilbijêr têne hilbijartin; di meha yanzdeh Mijdarê de dîrok heye ku hilbijêr dicivin û dengê xwe didin serok; û paşî di meha yekê da dîrok heye ku Kongre wê hilbijartinê piştrast dike,” Amy Dacey, rêvebira Enstîtuya Sine ya Sîyaset û Rêvebirîyê li Zanîngeha Amerîkî dibêje.

Digel Desteya Hilbijaran (Electoral College), di pejirandina serfirazê hilbijartina seroktîyê da Civata Senatoran, Civata Nûneran û Arşîvên Netewî jî hene.

Ew pêvajoya çar mehî encama pêkhatineke di navbera Bavûkalên Damezrêner (Founding Fathers) de bû ku qane nebûn ku ew dikarin bawerîya xwe li hilbijêran bînin ku serokekî hêja hilbijêrin.

"Ew di serî de hate afirandin jiber ku bawerî ji welatîyan nedihat ku biryareke wisa bidin. Wan bawer nedikir ku divê gelê Amerîkî rasterast serok û cîgirê serok hilbijêrin, lê wan nedixwast ku hêza yekene ya hilbijartinê jî bidin Kongresê," Dacey bi berdewamî dibêje.

COVID-19 dikare jimartinê aloz bike

Pisporên hilbijartinê pêşbînî dikin ku jimartina dengan îsal jiber pandemîya COVID-19ê û jiber hejmara zêde ya hilbijêran ku çaverê ye bi postê deng bidin dê dirêjtir bi.

Profesora Sîyaseta Amerîkî li Zanîngeha Dewletê ya Mississippi Lia Merivaki dibêje ku ew prosedurên qanûnî ne ku divêv werin şopandin.

"Hewildana jibo encamên hilbijartinê ku di şeva hilbijartinê da were eşkere kirin dê pirtir alozîyan çêbike û dê bêbawerîyê bişkîne ... dibe ku gelek kes rêvebirîyên eyaletan bidin dadgehê jiber ku ew hêvî dikin ku encam di şeva hilbijartinê de werin ragihandin. Jiber vê yekê ew dê karê karbidestên hilbijartinê û yên eyaletan dijwartir bike, dema ku ew hewil didin ku pêvajoyê zelal û rewa bihêlin. "

Gava ku 50 eyalet û District of Columbia, dengdana kesane, ya bi rêya poste û ya pêşwext bijartin, her walîyê eyaletekê dê lîsta hilbijêran amade bike. Kopîyên wê lîstê, ku wekî Sertîfîkaya Piştrastkirinê tê zanîn, dê bo Arşîva Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê, serokê Arşîvên Netewî werin şandin.

Paşî hilbijêr li paytextên eyaletên xwe dicivin – District of Columbia li D.C. dicive - jibo ku bi fermî dengên xwe bidin serok û cîgirê serok. Divê ew roja Duşema yekê ya piştî Çarşema duyê ya meha Mijdarê pêk were. Îsal, ew dîrok dikeve 14ê meha 11.

Hilbijêrên li her eyaletê Belgeyên Dengê (Certificates of Vote) amade dikin û wan dişînin Civata Senatoran, Arşîvên Netewî û karbidestên eyaletê. Piştî ku ew yek temam dibe hîngê Desteya Hilbijeran heta hilbijartineke din ya seroktîyê erkeke din nake.

Gava dawî ya pêvajoyê di 6ê meha yek 2021an de pêk tê, dema ku Kongre dicive da ku dengên hilbijartinê bihejmêre û serfirazî bi fermî destnîşan bike. Pêvajo bi gelemperî sembolîk e, lê dibe ku nerazîbûn hebin. Di sala 1969 û 2005an da li dijî hin dengên Desteya Hilbijeran nerazîbûn hebûn, lê Kongrresê ew nerazîbûn red kirin û dengên kêşebar hatin jimartin.

Ka dê piştî hilbijartina 2020an nerazîbûn hebin yan ne hêşta nayê zanîn, lê Serok Donald Trump gelek caran îdiayên bêbingeh yên sextekerîya berfireh ya dengên bi rêya postê dike.

"Ew mijarek tarî ye û ez hêvî dikim ku em negihijin wê yekê jiber ku hun bi rastî pîvan û rênmayên demokratîk yên salan jinûve sererast dikin. Bi nêrîna min dê gelek dijwar be, ger Civata Senatoran kiryarekê bike ku bi rastî vîna gel betal bike. Ew dê jibo statuya demokrasîyê li Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê bibe pirsgirêk û ew êdî nabe demokrasî" Merivaki bi berdewamî dibêje.

Dacey jî dibêje ku heke serfirazê dengdana giştî ji Desteya Hilbijeran jî serfiraz nebe, dibe ku alozî derkevin.

Serok Trump di sala 2016an da bi dengên Desteya Hilbijeran serfiraz bûbû, lê di dengdana giştî da Hillary Clintona Demokrat serketî bûbû.

Heman tişt di 2000ê da çêbû, dema ku George W. Bush yê Komarî di Desteya Hilbijeran de serketî bûbû, lê di dengdana giştî da bi kêm dengan Al Gore yê Demokrat serketî bû.

"Pirsa herî mezin ew e, 'Gelo dema ku hilbijer Roja Hilbijartinê dengên xwe didin ew hês dikin ku dengê wan faktoreke biryarder e ku kî nûnertîya wan dike?' Di hemî hilbijartinên din wisa ye jiber ku yê biryarê dide dengên giştî ne. Ez bawer dikim ku ew dikare bawerîya mirovan di wê pêvajoyê da kêm bike û ez dixwazim pirtir kes deng bidin. Heke ew bawer bikin ku dengê wan yê giştî, dengê wan yê Roja Hilbijartinê, bi rastî wê biryarê nede, bi dîtina min ew dê bibe xemsarîya beşdarîyê û bawerîya mirovan ya ji sîstemê re kêm bike."

XS
SM
MD
LG