Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Duhok Dest bi Bizava Vaksînkirina Hemwelatîyan Dike


Tendirustîya Duhok tîmên gerok pêkanine ji bo vaksîn wergirtinê rêvebirîya giştî ya saxlemîya Duhok bizavan dike ku piranîya welatîyan vaksînê wergirin û rêja tuşbûyan û mirîyan ber bi kêmîyê bibin, ew jî take rêk wergirtina vaksînêye.

Yek ji wan pêngavan pêkanîna tîmên geroke yên tendirustî û zêdekirina bingehên vaksînêne li parêzgeha Duhok. Tîmên gerok dê li nava bazarî û li cîhên karên welatîyan hên danan li melbendê xwendakaran li zanîngeha Duhok çendîn tîmên tendirustî rojane vaksînê bo xwendkar û mamostayên zanîngehê di danin.

Saxlemîya Duhok dîyar dike ku take rêka bo kêmkirina tuşbûyan û mirîyan wergirtina vaksînêye. Niha asankarî bo welatîyan kirine bêy welatî navên xwe bi rêka onlayn binivîsin her kesê jiyê wî di ser 12 salî de dikare li her bingehekî yan li def tîmên gerok vaksînê wergire.

Li ser dawî rewşa COVID-19 li parêzgeha Duhok ji rêvebirîya saxlemîya Duhok, Hemze M. Alî got ku bi rengekî giştî ta niha li parêzgeha Duhok 126177 kes bi koronayê hatîne tomarkirin.

“Yek ji babetên girin yên em li ser rawestîn babetê vaksîn wergirtinêye ta niha 449151 vaksin hatine danan û me li ber e di hefteya bê de tîmên gerok di nava bazarî de danîn.”

Hêjay gotinêye di ragihandina dawî ya saxlemîya Duhok de tê gotin ku 202 kes bi COVID-19 hatine tomarkirin û 4 nexweş canên xwe ji dest dane.

SB_11_18_2021_Tîmên_Gerok
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG