Breaking News

Bizavên Kulturî li Diyarbekirê

Bizavên Kulturî li Diyarbekirê
Bizavên Kulturî li Diyarbekirê

Di van salên dawî de Diyarbekir ji aliyê bizavên kulturî ve gelek bi pêş ketiye. Di warê çand û hunerê de ev bajêr buye konaxekî girîng. Di meha Gulanê de digel gelek bizavên çandî, bi nişandana dehan filmên sinemayê jî ji bo Diyarbekiriyan bu egera wextên xweş derbaskirinê.

Festivala Filmên Kedkaran ya Navnetewî jî yek ji van bizavên kulturî ye.

Festivala Filmên li ser karkeran cara yekem di sala 2004’an de li 60 welatî hatiye nîşandan. Festival di sala 2006’an de hatiye Tirkîye. Festivala ku 5 sale li Tirkîye li 20 bajarî tê li darxistin, ev cara yekem e ku li Diyarbekirê jî hatiye destpêkirin. Festivala Filmên Kedkaran ya Navnetewî bi bernameyeka şahiyê destpêkir.

Ji rêvebiriya festivalê Zeynep Çelik, dibêje ku armanca wan ya sereke ewe ku bi rêya vê festivalê bi her aliyê civakê re li li ser bingeha maf û kedê tekoşineke bidomînin.

Di festivalê de 31 fîlm dê bêpere werine nîşandan. Festivala ku di 19’ê mehê de destpêkir li sê sinemayan dê bidome heta 26’ê mehê. Ji aliyê dinê ve Wekfa Çand û Hunerê ya Diyarbekirê jî, di çarçoveya bernameya “hevditina navdaran” de derhênerê Tirk Semîh Kaplanoğlu kire mêvanê Diyarbekiriyan. Semîh Kaplanoglu, di festivala Filman ya Berlînê de, di xala filmê herî serketî de xelata Golden Beer sendibû, bi filmê xwe yê ku navê wî “ Bal / Hungiv”e.

Piştî temaşekirina filmê Bal / hungiv, bi derhêner re, gotubejeke hate çêkirin. Kaplanoglû di gotubêjê de serhatiyên xwe bi temaşevanan re par vekir û got ku esasên filmên wî jiyana rastîn bixwe ye, ji ber vê yekê tu car di filmên xwe de musikê bi kar nayine.



Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG