Bizavkarên Sûrî dibêjin, gelê li gund û bajarên serhilda yên li seranser welêt hilbijartina parlemanê boykot dikin ku partîyên opozîsyonê dibêjin ev hilbijartin sexte ye.
Bizavkar dibêjin, li bajarê Hama'yê û li deverên din yên serhilda kuçe û kolan vala ne û dîkan nehatine vekirin, bi mebesta protestokirina dengdana îro Duşemê.
Ev hilbijartin bizava dawî ya hikûmeta Beşar Esed e ku ji dinê re nîşan bide ku reformên demokratîk li Sûrîyê berdewam dikin.
Lê, grubên girîng yên opozîsyona li hindûr û dervayê Sûrîyê dibêjin, ev hilbijartin derew e çimkî hêzên Esed berdewam eciqandin û tepeserkirina xwe li ser xwepêşandêran didomînin.
Televîzyona dewletê ya Sûrî hilbijêran nîşan dan ku li navendên dengdanê yên li Şam û bajarên din dengê xwe didan.
Di hilbijartinên parlemanê de 7.000 berbijar jibo 250 kûrsîyên parlemanê ketin pêşberka hilbijartinê.