Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar Chen: Ezê di Demeke Nêzîk de Pasaport Derxim û ji Çînê Derkevim


Bizavkarê Çînî Chen Guangcheng dibêje ew û malbata xwe dê pasportên xwe derxin û di nav di hefteyên were de ji welêt derkevin.

Bizavkarê nebîn (kor) roja Pêncşemê ji rojnamevanên Rojavayî re got, karbidestên ewlekarîyê li parêzgeha Shangdong serîlêdanên vîze jibo wî û malbata wî kirîn da ku were dagirtin.

Birêz Chen ev kêşe roja Çarşemê ligel Dengê Amerîka Pişka Çînî gotûbêj kir.

Dema ku Chen û malbata xwe yekser pasportan wergirin, hingê dikarin herin Amerîka, ku li wir bûrsa xwendinê ji alîyê Zanîngeha New York ve bidest ketîye.

Wekî tê zanîn, Cheng Guancheng meha borî ji binçavkirina malê revîyabû û xwe spartibû balyozxaneya Amerîkî ku here welatekî din.

Ew dû re jibo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û paşê bi rêkeftinekê navbera karbidestên balyozxaneya Amerîkî û desthilatdarên Çînî, biryar hatibû standin ku ew ji bi azadî ji Çînê derkeve.

XS
SM
MD
LG