Breaking News

Bizavkarê Çînî yê Zindanî Xelata Aştî ya Nobelê Wergirt

Komeke xwenîşandêrên demokrasîxwaz ku jibo piştgirîya Liu Xiaobo mumikan vexistbûin di vê fotoyê de xuya dibin. Hong Kong, Rebendan, 12, 2010
Komeke xwenîşandêrên demokrasîxwaz ku jibo piştgirîya Liu Xiaobo mumikan vexistbûin di vê fotoyê de xuya dibin. Hong Kong, Rebendan, 12, 2010

Hemwelatîyê Çînî yê zindanî Liu Xiaobo Xelata Nobelê ya Aştîyê qezenc kir. Liu salên dirêj vir ve tekoşînê dikir jibo demokrasî û azadîyên sîvîl li welatê xwe, Çînê.

Liu’yê 54 salî cara yeke, li sala 1989’an hate destser kirin û nêzîkî 2 salan li zindanê ma, jibo desteka wî ya xwepêşandanên demokrasîxwaz yên Meydana Tiananmenê. Hêzên Çînî bi awayeke tund û tûj dawî li wan xwepêşandanan anîbû.

Dû re Lui, jiber nivîsên xwe yên rexnegir yên dijî rejîma Çînê, li sala 1990’an jibo 3 salan bo kampeke hatibû şandin, ku li wê derê bi zorê hatibû xebitandin. Ew her wiha demeke dirêj di bin çavdêrîya malê de derbaz kirîbû.

Bala civata giştî zivirîbû ser Lui, dema ew sala çûyî bi tawana hilweşandina rejîma Çînê hatibû girtin. Liu Xiaobo bi 11 salan zindanîbûnê hatibû ceza kirin, piştî bi hevbeşî îmza kirina Daxuyanîya 08 ku daxwaza reformên polîtîk dikir, li wî welatî.

XS
SM
MD
LG