Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Todd Blanche Wekî Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Hate Piştrastkirin

Civata Senatoya Kongresa Amerîkayê sibeha Şemîyê berbijarê Serok Donald Trump bo posta wezîrê dadê bi fermî piştrast kir.

Todd Blanche bi dengdana 50-49 ji alîyê endamên Senatoya Kongresê ve hate piştrastkirin. Blanche ji Nîsanê ve ji alîyê Serok Trump ve wekî Wezîrê Dadê bi awayekî demkî kar dikir.

Du Senatorên Komarî, Susan Collions û Lisa Murkowski, li dijî piştrastkirina Blanche deng da. Komarîyekî din jî, Bill Cassidy, roja Înê ragihandibû ku ew deng nade.

Civata Senatoya Kongresê ya ku ji 100 endaman pêk tê li jêr kontrola Komarîyan e. Di Civatê de 53 Senator Komarî ne û 47 jî Demokrat in.

This item is part of
XS
SM
MD
LG