Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Duşemê dest bi serdaneke demûdest ya sê dewletên Baltîkê -Letonya, Lîtvanya û Estonya- kir.
Bi êrîşên Rûsya yên ser Ukraynayê, givaştinên Rûsî yên ser van welatan zêdetir dibe ku ew komarên Sovyeta berê endamên NATO'yê ne.
Blinken armanc dike ku wan dewletana misoger bike ku ger Rûsya êrîşên xwe yên leşkerî ber bi welatên din yên cîran berfireh bike, NATO'yê wan biparêze.
Ji dema dagirkirina Ukrayna ya meha borî vir ve , NATO'yê hebûna hêzên xwe yên li van welatan zêde dike û hevdem Amerîka jî soza piştgirîya zêde dide.
Serdana Blinken îro ji Vilnius ya paytexta Lîtvanya destpê kir. Serokê wê dewletê Gitanas Nauseda ji Blinken re got ku xirabtirbûna rewşa ewlehîya li herêma Baltîk bo tevahîya wan û li seranserê cîhanê fîkarek e mezin e.
"Êrîşa bêpîvan ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê careke din îspat dike ku ew bo ewlehîya Ewrupa, ewlehîya hevalbendîya me xeterîyeke demdirêj e.”
Nauseda da zanîn ku êdî polîtîkaya rawestandinê têr nake û êdî parastina pêşîgir pêdivî ye.
"Ger Putin neyê sekinandin, ewê li Ukraynayê nesekine. Erka me ye ku em gîş alîkarîya Ukraynîyan bikin. Ger em dixwazin ji Şerê Cîhanê yê Sêyan dûr bimînin, bijare di destê me de ye.”
Blinken piştî temamkirina civîn li Lîtvanya derbazî Riga ya paytexta Letonya bû.
Wî li Riga ragihand ku welatên Baltîk dîwarekî demokratîk ava kiriye ku niha dijî pêla otokrasîyê disekine, ku Rûsya ber bi Ewrupayê ve dikşîne.
"Em berevanîya xwe ya hevpar xurt dikin da ku em û hevalbendên xwe amade bin. Pabendbûna Amerîka ya bi peymana berevanîya hevbeş ya NATO'yê xurt e."
Blinkên herwiha da zanîn ku NATO û Amerîka ser bingehên herdemî yên li herema Baltîkê gotûbêjan dikin.
Wezîrê Derve yê Letonyayê Edgars Rinkevics piştî hevdîtina bi Blinken re ragihand ku ew êdî çavereya tiştekî erênî ji Putin nakin.
"Em bi rastî sedemek baş nabînin ku wê Rûsya sîyaseta xwe biguherîne. Êrîşa Rûsyayê ya ser Ukrayna bi taybet ji welatên Baltîkê re nîşan da ku pêdivîya xurtkirina berevanîya esmanî û deryayî heye," Rinkevics got.
Wî bi berdewamî got ku Letonya dixwaze hevkarîya xwê ya ewlehîyê ya bi NATO'yê re xurttir bike.
Li ber e Blinken sibe Sêşemê serdana Estonyayê bike.