Piştî civîna îro Çarşemê ya Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Bilnken û hevpîşeyê wî yê Tirk Mevlût Çavûşoglu bidawî bû, Çavûşoglu bo rojnamevanên Tirk axivî û got "Tirkiye derbarê sistema S-400 gavan paş de na avêje û mesele bidawî bûye."
Hêjî Amerîka û Tirkîye negihane ti encaman derbarê sistema mûşekên S-400. Dîplomatên Amerîkî û yên Tirk yên di asta bilind de sernekeftin li dor nakokiyên dijwar yên heyî di navbera herdu welatan de yên derbarê kirîna Tirkiyê ya sistema pêşkeftî ya beravaniya hewayî S-400 ya Rûsî, ku Washington wê weke gefeke ewlekariyê dibîne.
Çavûşoglu piştî civîna li Bruksel ya bi Blinken re bo rojnamevanên Tirk axiftîye û li gor ajansa AFP, wî got "Me cardî ji wan re got, Tirkiyê ya rastîn sistema S-400 kirîye û mesele hatiye bidawî kirin." Çavûşoglu got, lê dîsan wî ji Blinken re gotîye ku Tirkiye dê pêdviyên xwe yên pêşerojê yên berevaniyê esmanî ji Amerîka û hevpeymanên din yên NATO bikire.
Tirkîye dibêje, sistema ku wan bi buhayê 2.5 mîlyar dolaran ji Rûsya kirîye ne gefe li ser NATO û pir caran daxwaza diyaloga çareseriya pirsgirêkê kirîye. Lê Washington rijde ku dê siza li ser Tirkiyê nehên hilandin çendî Tirkiye ji sistema S-400 lêve nebe.
Washington dibêje ew sistem dê gefek be li hember NATO û bernama firokên şerker yên F-35.
Washington siza danîne ser berpirsên mezin yên pêşesaziya berevaniya Tirkiyê û qedexe danîye ser şandina alavên leşkerî.
Piştî civîna herdu wezîran wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di danûstandinan de "Bilnken hişyarî daye Tirkiyê da ku ji Sistema S-400 lêve bibe".
Çarşemê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di preskonferanseke hevbeş de li gel Sekirterê Giştî yê Hevpemaniya NATO Jens Stoltenberg got "Ne veşartiye ku me pirsgirêk bi Tirkiyê re hene, di nav de mûşekên S-400". Herwiha got "Dîsan ne veşartiye ku Tirkiye hevparek giring û kevine, ez dibînim ku me berjewendiyên giring hene ku weke hevpeymaniya di NATO de biparêzîn".
Derbarê rewşa danûstandinên li Afganistanê û aştiya mayînde li wî welatî herdu wezîran axiftin kirine û Çavûşoglu gotiye di wî warî de Tirkiye amade ye alîkariyê bike, û got Tirkiye û Amerîka kar dikin jibo ku hikûmeta Afganî û Talîban li gor "Nexşerê" ya di konferansa Afagansitê de bigehin encamekê ku Tirkiye dê mazûvaniya wê bike.