Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Lammy li Kîevê Danûstandinan Dikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Brîtanî David Lammy îro Çarşemê jibo civînên bi karbdidestên payabilind yên Ukraynî derbazî Kîevê bûn.

Serdana her du wezîran di vê demê de tê ku şerê Ukrayna ya dijî Rûsya di qonaxeke krîtîk de ye.

Blinken got ku ew dixwaze ji Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy û karbidestên din armancên Kîevê yên di şer de û daxwazên wan yên ji Washingtonê yên jibo alîkarîyê rastexwe bibihîse.

Çaverê ye Zelenskyy ji hevbendan bixwaze ku destûr bidin wan ku ew jibo lawazkirina hêza êrîşên Moskowê, bikanibin muşekên ATACMS yên Amerîkî û Storm Shadows yên Brîtanî biavêjin nava kûrahîyên axên Rûsî.

Jêderên Rojavayî dibêjin ku Blinken û Lammy ser destûrê danûstandinê dikin û li ber e ku ew ser armancên stratejîk yên Ukrayna zêdetir agahîyan bixwazin.

Washington û hin paytextên din yên Ewrupî ketine fikaran ku ev rewş dikare şerekî rastexwe yê Rûsya û dewletên Rojavayî sor bike, lê ew dibêjin ku jibo Ukrayna di şer de serfiraz be, pêdivîya wê bi pirtir alîkarî heye.

Serokê Amerîka Joe Biden şeva Sêşemê got ku jibo lihevkirinê zemîn heye.

Li ser pirseke derbarê rakirina sînordarkirina ser karanîna çekên dûravêj, Biden got ku ew niha ser wê mijarê dixebitin.

Serokê baskê jêrîn yê parlamana Rûsya Vyacheslav Volodin got ku ger jibo karanîna çekên dûravêj destûr were dayîn, Moskow wê Amerîka û hevbendên wê wek alîyên şer bibîne.

Blinken eşkere nekir ku Washington wê destûr bide yan ne, lê wî got ku biryara wan di bin bandora çend faktoran de be.

Rûsya, di Sibata 2022’yan de dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû û niha hêzên Ukraynî hewil didin ku li rojhilata welêt pêşveçûna hêzên Rûsî rawestînin.

Kîev ku , meha borî li Kursk ya Rûsya dest bi operasyoneke berfireh ya dersînor kiribû, dixwaze hin serketinan bi dest bixe û berê hêzên Rûsî bide alîyên din.

Fermanderekî payabilind yê Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên wan li herêma Kurskê 10 wargeh jinûve xistine bin kontrola xwe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG