Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Yekşemê dîyar kir ku ew di nêzîkatîya Çînê ya di peywendîyên bi Amerîka bi re, her diçe pirtir aliyên 'dijminahî' dibîne.
Blinken ji televîzyona CNN re li ser peywendîyên Amerîka bi Çînê re axivî.
" Bi zelalî alîyên berevajî yên ku her diçe zêde dibin di peywendîyên me de hene, bê guman yên pêşbazî jî hene," Blinken got.
Blinken bi berdawamî destnîşan kir ku di navbera her du welatan de qadên hevkariyê jî hebûn.
Amerîka roja Şemîyê toleyên Çînê yên dijî du karbidestên mafên olî yên Amerîkî û parlamenterekî Kanadî li ser dermankirina Misilmanên Uygur û kêmhatîyên din, şarmezar kir.