Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Gera Rojhilata Navîn bi Hevdîtina Mahmud Abas re Didomîne


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî danûstandinên bi karbidestên Îsraîlê re îro Çarşemê li Kenara Rojava bi Serokê Rêvebirîya Filîstînîyan Mahmud Abas re civî.

Rojnamevanên ku bi dîplomatê Amerîkî re ne, got ku Blinken jibo here Ramalahê ji xalên kontrolê yên Îsraîlê derbaz kiriye.

Blinken do Sêşemê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, kabîneya şer û karbidestên din re ser şerê bi Hamasê re û siberoja herêmê peyivîbû.

Wî do Sêşemê bi preskonferansekê dîyar kir ku ewê bi Abas re ser veguherîn û başkirina Rêvebirîya Filîstînyan û rêvebirina Gaza danûstandinê bike.

Rêvebirîya Filîstînîyan ya ku li Kenara Rojava ya dagirkirî bi awayekî sînordar rêvebirîyê dike, jibo hikûmeteke hevbeş ya li Gaza û Kenara Rojava wek hêvîyêkê tê dîtin.

Blinken berî derbazî Îsraîlê bibe serdena hevbendên Ereb kir û ji wan re dîyar kir ku Washington dixwaze ku peywendîyên wan yên bi Îsraîlê re li ser rêka dewleta Filîstînîyan baş bin.

Amerîka jibo dewleta Filîstînîyan 10 salên berê danûstandin kiribûn, lê ti encam jê derneketibû.

Deshilata Îsraîlê û rêberên rastgir yên wî welatî dijî dewleta Filîstînê ne.

Blinken di preskonferansê de eşkere nekir ku Netanyahu ser dewleta Filîstînîyan çi dibêje.

Wî got ku Îsraîl divê jibo herêmê hin biryarên dijwar bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG