Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken ji Barzanî re Dibêje Yekbûna Kurdan Girîng E


Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken îro Duşemê li Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşwazîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Blinken got ku Amerîka xwedîyê hevkarîyeke demdirêj ya bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re ye û berî her tiştî li ser bingeha nirx û berjewendîyên hevbeş û dîroka hevbeş ya fêdakarîyê ye.

"Ji gelek alîyan ve, ev jibo me peywendîyeke behempa ya li herêmê ye û gelek bi nirx e. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo aramîya herêmê û karsazîya Amerîkayê jî di nav de jibo qencbûna sektora taybet hevkareke girîng e.

Wezîrê Derve yê Amerîka bi berdewamî got ku serketina dostên wan û loma jî yekrêzîya Kurdan jibo Amerîka pir girîng e.

Barzanî jî got ku bêguman ew dost û şirîk in û bi serbilindî dibêjin ku ew hevpeymanên Amerîka ne û wan çend rojên pir dijwar bi hevre borandin.

Barzanî dîyar kir ku niha li herêmê çend kêşeyên nû hene.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê do Yekşemê giheştibû Washingtonê û ji alîyê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Washington û berpirsê liqa heftan yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatibû pêşwazî kirin.

XS
SM
MD
LG