Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken, di hewila xwe ya misogerkirina lihevkirineke ser agirbesteke li Gaza û azadkirina dîlên di destê Hamasê de, îro gihêşt payexta Qatarê, Dohayê.
Blinken, ku demeke zûtir ya îro li Qahîrê bi Serokê Misirê Abdulettah Sîsî re hevdîtinek kiribû ku bi mehan e navbeynkarîya danûstandinên Gazayê dike.
Sîsî piştî hevdîtinê gotibû ku dema dawîkirina şerê 10 mehan hatoye da ku ew şer li herêmê berfireh nebe.
Blinken di seredana xwe ya Rojhilarta Navîn de do Duşemê bi karbidestên payebilind yên Îsraîlê re hevîdîtin pêk anîbûn. Wî gotibû ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşnîyara nû ya Amerîkî qebûl kirîye û ji Hamasê jî xwest ku wê pêşnîyarê bipejirîne.
Karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Biden ji rojnamevanên ku bi Blinken re rêwîtî dikin re got ku Washington çaverê ye ku danûstandinên agirbestê vê hefteyê jî bidomin.
Jêder: Reuters