Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Tirk Hakan Fîdan bi rêka telefonê axifîn.
Wezareta Derve ya Tirkîyê ragihand daxwaza axifîna bi rêka telefonê ji Blinken hatiye.
Li gor daxuyanîya wê wezaretê, Fîdan û Blinken ser ser normalbûna peywendîyên Azerbaycan û Ermenistanê û ser ewlekarîya Deryaya Reş peyivîne.
Fîdan û Blinken ser geşkirina peymana dexlûdan ya Deryaya Reş kiriye.
Blinken di rojên borî de li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jibo civîneke ser xela, krîza xwarinê rêberî kiribû.
Wî ser pirseke rojnamevanan jiber hewildanên Tirkîyê yên jibo peymana dexlûdan spasîya Tirkîyê kiribû.
Jêder: NTV