Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Înê ragihand ku di şerê Îsraîlê ya dijî Hamasê li Gaza pir gelek Filîstînî hatine kuştin û êş kişandin.
Blinken got ku her çend gavên vê dawîyê yên Îsraîlê bo kêmkirina mirina sivîlan erênî ne jî, ew têrî bersîvdana rewşê nakin.
Blinken di dawîya gera dîplomatîk ya neh rojî ya Rojhilata Navîn û Asyayê de li New Delhi axifî.
“Amerîka ji biryara Îsraîlê ya navberdana operasyonên xwe yên leşkerî û avakirina korîdora ewle ya duduyan kêfxweş e ku rê bide Filîstînîyan ku ji bakurê Gaza herin deverên başûr.
Lê, Blinken bal kişand ku divê Îsraîl jibo parastina sivîlan hin gavên pirtir bavêje.
"Gavên Îsraîlê wê jîyana mirovan bifilitîne. Divê Îsraîl bihêle ku pirtir alîkarî bigiheje sivîlan û piştrastkirina ku alîkarîya mirovahî bigehije wan divê pirtir tişt were kirin."
Blinken ragihand ku karbidestên Amerîkî bo giheştina van armancan pêşnîyarên xwe bi Îsraîlîyan re parve kirine.