Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken jibo danûstandinên ser agirbesta Gaza û berdana rehîneyan îro Sêşemê serdana Misirê dike.
Blinken wê ser mijarên herêmê bi karbidestên Misirî re bicive.
Amerîka tevî navbeynkarên din, Qatar û Misirê, bi mehan e hewil dide ku Îsraîl û Hamas jibo sekinandina şer, berdana dîlên Îsraîlî û girtîyên Filîstînî li hev bikin.
Ji kêşeyên mezin yek korîdora Philadelphi ye ku Îsraîl jibo avakirina herêmeke tampon ya di navbera Gaza û Misirê de dixwaze hêzên wê li wir bimînin.
Kêşeyên din jî ser hûrgilîyên berdana dîlên Îsraîlî û girtîyên Filîstînî derdikevin.
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Blinken wê ser lihevkirineke jibo berdana hemî dîlan, sivikkirina êşên Filîstînîyan û ewlekarîya herêmê danûstandinan bike.
Îsraîlî û Filîstînî bi dehan sal in şer dikin û pevçûnûn dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê re gur bûn ku li gor Îsraîlê di wan êrîşan de 1200 kes hatin kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatin girtin.
Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 41,000 kes hatine kuştin û bi qasî 2,3 mîlyon kesan ji warên xwe bar kirin.
Jêder: Reuters