Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Pêncşemê dîyar kir ku jibo agirbesta Gaza divê hem Îsraîl hem jî Hamas ya Filîstînî ser mijarên mane jî li hev bikin.
Blinken li Haîtîyê bi preskonferansekê ser lihevkirina Hamas û Îsraîlê, ku çend meh in di danûstandinan de bi astegîyan re rûbirû dimîne, got ku bi qasî ew dibîne bi rêjeya 90 ji sedê lihevkirin çêbûye.
‘’Çend mijarên krîtîk mane ku ji wan yek jî herêma li başûrê Kerta Gaza ya li sînorê Misirê ye, ew herêma wek korîdora Philadelphi tê bi nav kirin.’’
Wî dîyar kir di lihevkirinê de ser pevguherîna dîlên Îsraîlî û girtîyên Filîstînî jî hin valahî hene.
Wezîrê Amerîkî got ku ewê di rojên pêş de tevî navbeynkarên ji Qatar û Misirê pêşnîyarên xwe yên ser çareserkirina kêşeyên mane bêjin.
Serokê Amerîka Joe Biden 31’ê Gulanê agirbesteke sêqonaxî pêşnîyar kir, lê ji wê demê vir ve kêmahîyên ser lihevkirina jibo berdana dîlên li Gaza û agirbestê didomin.
Hamas hebûna Îsraîlê ya li korîdora Philadelphi red dike, lê serokwezîrê wê dewletê Benjamin Netanyahu dibêje ewê ji wê korîdorê dernekevin.
Vê hefteyê Tirkîye, Erebistana Saudî jî di nav de 5 dewletên Ereb û Rêvebirîya Filîstînîyan tevlî fikra Misirê bûn ku ew hebûna leşkerên Îsraîlî yên li korîdora Philadelphi red dike.
Li ser pirseke derbare normalkirina peywendîyên Îsraîl û Erebistana Saudî, Blinken got ku ger li Gaza agirbest çêbe ewê jibo normalkirina peywendîyan jî fersend çêbin.
Şerê Îsraîl û Filîstînîyan, ku bi dehan sal in didome, herî dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê yên li başûrê Îsraîlê re gur bû.
Îsraîl dide zanîn ku di wan êrîşên Hamasê de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.
Karbidestên saxlemî yên Filîstînîyan dibêjin ku di êrîşên îsraîlê de pirtir ji 40,000 kes hatine kuştin û bi qasî tevahîya nifûsa 2,3 mîlyonî ji warê xwe koç kiriye.
Bi gurbûna şer re li herêmê krîza birçîbûnê çûbûye û li Dadgeha Cîhanê îdiayên jenosîdê têne gotin ku Îsraîl wan red dike.
Jêder: Reuters