Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Blinken Dibêje Wan bi Kuştina Hanîyeh Nedizanî


Wezîrê derve yê Amerîka li Singaporê
Wezîrê derve yê Amerîka li Singaporê


Li gor ajansa Reuters, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken roja Çarşemê got ku kuştina serokê polîtburoya Hamasê Îsmaîl Henîye “tiştekî ku me pê nizanîbû û em tê de beşdar nebûn e”.

Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) li ser zarê Blinken got “Tu agahiya me tunebû û destê me di kuştina Haniye de tunebû.”

Blinken got, "Spêkulasyon gelekî zehmet e û em hîn bûne ku spêkulasyonê nekin, ya giring ku bihê kirin ewe ku agirbest li Gaza çê bibe û dîl serbest werin berdan."

Wî bal kişand ser wê yekê ku "rêya herî baş ji bo aramkirina aloziyan agirbesta li Gazayê ye."

Di daxuyaniyên di civîna li Sîngaporê de, Wezîr Blinken destnîşan kir ku agirbesta li Gaza "pêdivîyeke mayînde ye."

Roja Çarşemê Hamasê kuştina serokê polîtburoya xwe Îsmaîl Henîyye li paytexta Îranê Tehranê ragihand.

Piştî beşdarbûna Hanîye di merasîma sondxwarina Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de, Hamasê Îsraîl bi wê yekê tawanbar kir ku bi êrîşeke esmanî li ser ciyê mana wî li Tehranê, Haniyeyê kiriye armanc.

Daxuyaniya Pasdarên Şoreşêa Îranê piştrast kir ku "sedem û pîvanên vê bûyerê lêkolîn tên kirin û dê piştre encamên wê bên ragihandin."

Serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd EAbbas kuştina Haniye bi tundî şermezar kir û ew weke kiryareke tirsonek û werçerxanek metirsîdar bi nav kir.

Îsraîl bi fermî tiştek negotî ye û bêdeng maye û derbarê kuştina Heniyey de ti daxuyanî nedan, li gorî hin ajansan û peyamnêrê El-Hurra li Qudsê ragihandin ku ofîsa serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman daye wezîran ku li ser kuştina Haniye gotûbêjê nekin û daxyuanî nedin.

XS
SM
MD
LG