Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje Navbera Mirovahî li Gaza Encamên Erênî Anîne


Blinken û Herzog
Blinken û Herzog

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê dîyar kir ku encamên erênî yên navbera mirovahî ya Îsraîl û Hamasê çêbûne loma Washington dixwaze ku ew bidome.

Blinken li ba Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog go ku Washington bala xwe daye ser garantîkirina berdana dîlên di êrîşên 7’ê Cotmehê de ketine destê Hamasê.

‘’Hefteya borî bi rewşeke pir erênî dît, dîl vegerîn malên xwe, çûn cem malbatên xwe. Divê ev yek bidome. Vê yekê derfet çêkirin ku sîvîlên bêguneh yên li Gaza alîkarîyan bistînin.’’

Wî dîyar kir ku encamên erênî yên vê peyvajoyê çêbûnû û ew dixwazin ku peyvajo dewam bike.

Civîna Blinken û Herzog ya li Tel Avîvê îro Pêncşemê çêbû ku polîsên Îsraîê didin zanîn ku heman rojê serê sibê du êrîşvanên Filîstînê li Orşelîmê êrîş birine ser rawestgehekê, 3 kes kuştine û bi kêmî ve 8 kes jî birîndar kirine. Blinken û Herzog êrîşa li Orşelîmê şermezar kirin.

Karbidestekî Amerîkî dîyar kir ku Blinken piştre li Orşelîmê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re jî kom bûye.

Çaverê ye Blinken bi kabîneya şer, rêberên muxalefetê û Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant re jî bicive.

Berpirsekî Filîstînî dîyar kir ku Blinken dê here Kenara Rojava û li ber e ku ew li wir bi Serokê Filîstînîyan Mahmud Abbas re jî kom bibe.

Hamas û Îsraîlê îro Pêncşemê ser berdana dîl û girtîyên Filîstînî li hev kirin ku ew navbera mirovahî jibo roja 7’an jî bidomînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG