Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Dibêje bi Îranê re Peymaneke Nû ya Navokî ne Rojevê de Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê got ku bi Îranê re peymaneke nû ya navokî ne di rojeva wan de y, lê ew dixwazin hemî rêkên dîplomasîyê bicerîbînin.

Piştî ku Erebistana Saudî û Îranê jinûve dest bi tekilîyên dîplomatîk kiriye, bendewarî zêde bûyê ku rêketineke nû ya navokî derkeve pêş.

"Emê li kiryarên Îranê binêrin ku awayê danûstandina xwe ya bi Tehranê re dîyar bikin. Divê Îran ji gavên ku girjîyê bi Amerîka û Rojhilata Navîn zêde bike, dûr bisekine. Rêvebirîya Biden bi nîyeteke qenc, ligel hêzên Ewrupî û Çîn û Rûsya xwest vegere ser maseyê û heta demekê ew yek pêkan jî xwane dibû, lê Îranê tiştên pêdivî nekirin,” Blinken li New Yorkê got.

Serokê Amerîka Joe Biden, piştî hatine ser kar bi hêvî bû peymana navokî bivejîne, lê danûstandinn bi navbeynkarîya Ewrupa hilweşîbûn û xwepêşandanên nerazîbûnê yên girseyî Washington xemsar kiribû ku wê dewletê re lihevkirjneke nû îmza bike.

Dîplomatên agahdar dîyar dikin di mehên dawî de bi navbeynkarîya Ummanê dîplomasîya bêdeng didomin ku rojeva serekî rewşa girtîyên Amerîkî yên li zindanên Îranê ne.

XS
SM
MD
LG