Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Careke Din Diçe Rojhilata Navîn


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken wê di nava vê hefteyê de serdana Îsraîlê, Kenara Rojava û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Li gor daxuyanîya wezaretê, Blinken wê heta roja Şemîyê here Belçîka, Makendonyaya Bakur, Îsraîl, Kenara Rojava û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

‘’Wezîr Blinken dê li Îsraîl û Kenara Rojava ser mafên berevanîyê yên li gor hiqûqa mirovahî, garantîyên jibo berdana dîlan, parastina sîvîlên li Gaza dema operasyonên Îsraîlê û lezandina alîkarîyên mirovahî yên jibo wir danûstandinan bike.’’

Karbidestekî din yê Wezareta Derve berê dîyar kiribû ku Blinken wê bi karbidestên Îsraîlê re ser rewşa Gaza ya piştî rêkbirina Hamasê bipeyîve.

Blinken wê ser pêdivîya jibo dewleteke serbixwe ya Filîstînê jî biaxife û ewê li Dubaî beşdarî hilcivîna îqlimê ya COP28 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe.

Wezîrê Amerîkî dê bi vê serdana ji êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê vir ve cara sisêyan here Îsraîlê.

Wî di vê peyvajoyê de jibo şer mezin nebe, dîl werin berdan û alîkarî herin Gaza bi karbidestên Îsraîl û Ereb re danûstandinên berfireh kiribûn.

Blinken vê hefteyê jî ser siberoja Gaza û pêdivîya çareserîya sîyasî ya mayînde danûstandinan bike.

Blinken, ku naxwaze artêşa Îsraîlê Gazayî dagir bike, dibêje ku divê gelê Gaza ji warê xwe dernekeve, lê di danûstandinan de hîn ti planeke zelal ya siberojê çênebûye.

XS
SM
MD
LG