Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê bi kabîneya şer ya Îsraîlê re ser dîlên di destê Hamasê de peyivî.
Blinken ji Benny Gantzi û Gabi Eisenkot re, ku rêberên artêşa Îsraîlê bûn, dîyar kir ku ku bala wan di danûstandinan de ser bredana dîlan e.
Wî dîyar kir ku ew di hevdîtinan de, ku li Erebistana Saudî, Misir, Qatar, Kenara Rojava çêdibin ser rewşa dawî ya herêmê danûstandinan dike.
Gantz jî dîyar kir ku mijara wan ya serekî vegerandina dîlan e.
Ew civînên Blinken li vê demê rast hatin ku Îsraîl û Hamasê li ser rêka navbereke mirovî bûn.
Karbidestekî payabilind yê Hamasê dîyar kir ku şandeyeke wan wê jibo danûstandinên ser aştîyê li Qahîre bi berpirsên Misirî û Qatarî re danûstandinê bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Çarşemê plana ser agirbestê red kir û dîyar kir ku heta ew tam bi ser dikevin ewê operasyonên xwe bidomînin.
Blinken jibo dawî li şerê li Gaza were cara pêncan li Rojhilata Navîn danûstandinan dike.
Di êrîşên 7’ê Cotmehê de, Hamasê li başûrê Îsraîlê 1200 kes kuştibûn û karbidestên saxlemî yên li Gaza dibêjin ji wê çaxê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 27,000 kes hatine kuştin û bi qasî 2 mîlyon Gazayî jî ji warên xwe derketine.
Amerîka dibêje jibo aştîyeke mayînde û ewlekarîyê divê li herêmê dewleteke Filîstînîyan hebe.
Karbidestên Amerîkî dîyar dikin ku divê girjî û pevçûnên li Kenara Rojava jî werin sekinandin.
Jêder: VOA