Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Wê li Pragê Ser Piştgirîya jibo Ukrayna Danûstandinê Bike


Wezareta Derve ya Amerîka îro Înê ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken wê hefteya pêş here Komara Çek û Moldova û li Pragê beşdarîyê li civîna ne fermî ya hevtayê wî yên li NATO bike.

Yek ji berdevkên Wezareta Derve, James O’Brien ji rojnamevanan re got ku wezîrên derve wê di civînê de ser biryarên li hilcivîna NATO ya meha Tîrmehê, ku wê li Washingtonê çêbe, amadekarî bikin.

O’Brien got ku ew texmîn nakin ku Ukrayna jibo beşdarîya li NATO were vexwendin, lê got ku li ber e ku jibo Kîevê piştgirîyeke xurt were nîşan dan.

‘’Bi vê piştgirîyê wê desteka NATO ya jibo çêkirina hêzên Ukraynî yên siberojê were ragihandin. Wê ji Ukrayna re alîkarî were ragihandin ku ew jibo beşdarîya li NATO û Yekîtîya Ewrupa (YE) reforman bike.’’

O’Brien dîyar kir ku Washington bala xwe daye ser ku Ukrayna hem li qada hem jî li maseya aştîyê bi ser keve.

Karbidestê Amerîkî herwiha bal kişand ser peywendîyên Rûsya û Çînê û got ku Rûsya bê alîkarîya Çînê nikare êrîşên wisa bibe ser Ukrayna.

"Me berê bi awayekî zelal nîşan daye ku ewê dijî Çînê hin gavan biavêjin û ew bi hevkarên xwe yên Ewrupî re jî danûstandinê didomînin."

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê got ku divê danûstandinên aştîyê jinûve çêbin û dîyar kir ku Moskow wê bi tenê rêberên rêwa yên Kîevê re danûstandinê bike.

Putin dîyar kir ku divê di danûstandinan de rastîyên li qadê li ber çavan bin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG