Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken Ji Bo Axaftinên Derbarê Ewlekarî Û Penaberan Li Polendayê Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Şemiyê bi serokwezîr û wezîrê derve yê Polendayê re hevdîtinek pêkanî li bajarekê Polendî li nêzîkî sînorê Ukraynayê, ku bi sed hezaran kes derbasî wî bajarî bûne ji dema ku Rûsya dest bi êrîşkirina Ukraynayê kirî.

Blinken pesna Polendayê, endama NATO'yê da, ji ber bersivdana wê li hember kiryarên Rûsyayê. Polenda mêvandariya nêzîkî 10,000 leşkerên Amerîkî dike, ku di hefteyên dawî de zêdetirî nîvê wan gehiştîne.

Blinken di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel wezîrê derve yê Polenda Zbigniew Rau li bajarê Rzeszow got, "Polenda ji bo bersivdana vê qeyranê karekê girîng dike… Wê ji bo hêsankirina gihiştina alîkariyên ewlehiyê bo Ukraynayê karekî mezin kiriye.

Wezareta derve ya Amerîkayê got ku Blinken dê behsa alîkarîyên ewlekarî û mirovahî bike û spasîya Polendayê bike ji bo pêşwazîkirina xelkê ku ji ber şerê li Ukraynayê aware bûne.

Serokê ajansa penaberan a Neteweyên Yekbûyî roja Şemiyê got, dibe ku hejmara penaberan di dawiya hefteyê de ji hejmara niha 1,3 mîlyon bilind bibe 1,5 mîlyon penaberan.

Rau got dê Polenda bê ferq û cudahiya netewe, nijad û olî berdewam be li ser pêşwazîkirina penaberan.

Wî her wiha got: "Êrîşa li Ukraynayê rewşa ewlehiyê li Ewrupayê guherand." û got Polenda tu guhertinên axê ku ji ber êrîşeka bê eger û ne qanûnî qebûl nake.

Polenda navendekê ji bo belgekirina tawanên şer ên li Ukraynayê hatine encamdan ava dike. Rau got ku wî bi Blinken re li ser alîkariya Amerîkayê di vê kêşê de gotûbêj kiriye.

Rau got, "Ji ber ezmûna xwe ya berê ya bi êş, Polenda dê di encam de daxwaza dadgehkirina tawanbarên şer bike, bi taybetî bombekirina Naziyan li bajarê Wielun - ku carinan li cihanê wekî 'Guernica Polendî' tê nasîn.

XS
SM
MD
LG